May 07, 2022 09:28 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Têkoşîna dijî xesbkerên Qudsê mafê rewa yê gelê Filistînê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê têkoşîna dijî xesbkerên Quds û Filistînê wek mafê xwezayî, rewa û qanûnî yê gelê Filistînê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezzarkirina êrîşa dubare û berdewam a siyonîstan li ser Mizgefta Eqsayê û destdirêjiya hovane ya leşkerên Rejîma Siyonîst li ser nimêjkar û berevanên cihwarên pîroz ên Filistînê, ragihand: Dagirkerî û dagirker ber bi jinavçûnê va ne û têkoşîna dijî xesbkerên Quds û Filistînê, mafê xwezayî, rewa û qanûnî yê gelê Filistînê ye.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranêtevî amajeya bi zêdebûna destdirêjî û kiryarên hovane yên rejîma Israîlê ya nijadperest li erdên Filistînê yên dagirbûyî, daxwaza alîkariya gel, dewlet û civatên navçeyî û navneteweyî bo gelê Filistînê ji bo berevaniya ji xwe û sekinîna li hemberî dagirkerên siyonîst kir.

 

Serepeyv