May 06, 2022 22:52 Asia/Tehran
  • Li Îranê 12 nexweşên din ên koronayê can dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: ‌ Di 24 saetên dawî de 12 kes ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara giştî ya miriyên ji ber vê nexweşiyê gihîşt 141 hezar û 157 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Înê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsiyê, li Îranê 375 kesên din bi Covid-19 ketin û 76 ji wan rakirin nexweşxanê.

Li Îranê bi giştî hejmara kesên ku bi Covîd-19ê ketine derket 7 milyon û 224 hezar û 431 kesan.

Şukra Xwedê heta niha 6 milyon û 999 hezar û 709 kes baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

952 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna kûr û giran ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 272 hezar û 396 kes ji ber Coronavîrusê mirine.

Corona xwedanê çar mutasyonên genetîk ên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Omicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv