May 04, 2022 23:09 Asia/Tehran
  • Mirinên rojane yên Koronayê li Îranê bûne yekjimar; îro 7 kes ji ber Koronayê can dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: ‌ Di 24 saetên dawî de 7 kes ji ber vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara giştî ya miriyên ji ber vê nexweşiyê gihîşt 141 hezar û 138 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsiyê, li Îranê 252 kesên din bi Covid-19 ketin û 66 ji wan rakirin nexweşxanê.

Li Îranê bi giştî hejmara kesên ku bi Covîd-19ê ketine derket 7 milyon û 223 hezar û 288 kesan.

Şukra Xwedê heta niha 6 milyon û 994 hezar û 857 kes baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Hezar û 24 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna kûr û giran ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 266 hezar û 89 kes ji ber Coronavîrusê mirine.

Corona xwedanê çar mutasyonên genetîk ên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Omicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv