May 04, 2022 15:29 Asia/Tehran
  • Bidestxistina medala zêr a duyem a karwanê Îranê; Karatekarê nebihîstok ê Îranî di Olîmpîka Brezîlyayê de medala zêr bi dest xist

Duyemîn roja pêşbirkên Olempîka nebihîstokan(Kerr û lalan) a 2021 li Brezîlyayê roja sêşemê bi rê ve çû û Medala Sadiqzade di karateyê de duyemîn medala zêr bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê; Piştî bidest xistina yekem medala karwanê Îranê ku ji aliyê Amir Mihemed Defterî ve di Cudoyê yê kêmtir ji 73 Kg de hate bidestxistin, sibeha roja çarşemiyê, Mîlad Sadiqzade ji Karate Kai yê Îranê karî medala zêr a komîteya takekesî bi dest bêxe.

Di komîteya ferdî ya kêmî 60 kg de, Sadiqzade di fînalê de li hember hevrikek ji Ukraynayê derket pêşbirkê û bi encama 7-3 medala yekem a zêr a karateya mêran û medala duyemîn a karwanê Îranê bi dest xist.

Sadiqzade di Olîmpiyadên 2017 yên Tirkiyê de jî bû xwediyê madala zêrîn.

Karwanê Îranê heta niha 7 medal bi dest xistine; 2 madalên zêr, 1 zîv û 4 madaên tûnc bi dest xistin.

24emîn Olîmpiyatên Kerr û Lalan roja Yekşema borî bi beşdariya zêdetirî 4 hezar werzişkarên ji 80 welatan dest pê kiriye û piştî pêşbirkên di 20 kûrsên werzişê de û danasîna werzişkarên herî baş dê di 15ê Gulanê de bi dawî bibe.

Karwanê werzîşê yê Îranê bi beşdariya 16 werzişkarên jin û 59 werzişkarên mêr li van pêşbirkan beşdar bûne û ev werzişkar dê li 8 kûrsên werzişî li hemberî hevrikên xwe

Serepeyv