May 01, 2022 23:19 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser wergirtina tedbîrên ewlekarî yên temam ji bo nûneratiyên Îranê li Efxanistanê dike

Wezîrê karên derve yê Îranê li peywendiya telefonî ya bi wekîlê wezareta karên derve ya Efxanistanê, dilgiraniya xwe ji ewlehiya nûnertiyên Îranê li Efxanistanê nîşan da û daxwaza wergirtina tevdîrên ewlehiyê yên temam bo van cihan kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, li dûv bûyerên vê dawiyê li Kabul û bajarên din ên Efxanistanê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê şemiyê bi şev li peywendiya telefonî bi Emîr Xan Mutteqî, wezîrê karên derve yê vî welatî yê bi wekalet re axivt  û hevxemiya xwe ji gelê Efxanistanê re diyar kir û li bara metirsiyên muhtemel ên ji bo avahiya sefaretxana Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê û Serkonsolosxanên Komara Îslamî ya Îranê li Herat, Mezar Şerîf, Qendehar û Celalabadê nîgeraniya xwe nîşan da û xwest ku tevdîrên ewlehiyê ji bo wan bên girtin.

Emîr Xan Motteqî wezîrê bi wekalet yê karên derve yê Efxanistanê hatina Cejna Remezanê li wezîrê derve yê Îranê pîroz kir û nirxandina xwe ya ji pêşhatên ewlehiyê yên li Efxanistanê, peywendiyên di navbera her du welatan giring da zanîn û tekez kir ku dijminên Efxanistan û Îranê. Ji bo xirabkirin û alozkirina têkiliyên her du welatan pir dixebitin û di dewamê de got: Em we piştrast dikin ku hêzên ewlehiyê yên Efxanistanê dê ewlehiya hemû nûneratiyên dîplomatîk û konsulî yên Komara Îslamî ya Îranê li Efxanistanê dabîn bikin.

Efganîstan di van rojên dawî de li gelek deverên vî welatî ji nav wan mizgeftên Kabul, Mezar Şerif û Qundûzê bûne şahidê teqîn û êrişên terorîstî û bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin. Piraniya van teqînan ji aliyê koma têrorîst a DAIŞê ve hatine encamdan.

Çavkaniyên nûçeyan roja Înê ragihandin ku bi sedan kes di encama teqîna bombeyeke vedayî li mizgefteke Şîeyan li bajarê Kabul (paytexta Efxanistanê) şehîd û birîndar bûne.

Koma Talîbanê ku ji 15ê Tebaxa 2021ê vir ve li Efganîstanê desthilatdar e, soz da ku ew ê li seranserê welêt ewlehiyê ava bike.

Serepeyv