Nîsan 28, 2022 21:35 Asia/Tehran
  • Li Îranê 17 nexweşên din ên koronayê can dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 17 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 141 hezar û 58 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Pêncşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 969 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 172 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 320 hezar û 402 kesan.

Hezar û 114 nexweşên bi Covîd 19ê ketine li beşên lênihêrîna giran ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 977 hezar û 760 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Vîrûsa Koronayê li seranserê cîhanê heta niha bûye sedema mirina 6 milyon û 25 hezar û 972 kesan.

Korona xwediyê çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Omicron jî guhertoya herî dawî ya vîrusê ye.

Serepeyv