Nîsan 27, 2022 23:04 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 17 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 141 hezar û 41 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê hezar û 9 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 219 hezar û 433 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 966 hezar û 975 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 53 hezar û 801 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 64 milyon û 303 hezar û 468 kesan doza yekem, 57 milyon û 508 hezar û 159 kesan doza duyem û 26 milyon û 976 hezar û 988 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 148 milyonan. 788 hezar û 615 dozan.

Serepeyv