Nîsan 27, 2022 17:30 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Rejîma sexte ya Siyonîst mezintirîn binpêkerê mafên mirovan li cîhanê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li gotarekê de destnîşan kir ku Rejîma sexte ya siyonîst mezintirîn binpêkerê mafên mirovan li cîhanê ye.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir-Ebdullahiyan di gotarekê de li rojnama El-Quds El-Erebî ku çapa Londonê ye, nivîsî ku bidawîkirina dagirkeriyê, lidarxistina referandumê bi beşdariya hemû rûniştvanên sereke yên Filistînê û hemû awareyan ji bo diyarkirina mafê xwe yê çarenûsê, tênê riya çareseriya pirsgirêka Filistînê ye.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Roja cîhanî ya Qudsê ji aliyê Îmam Xumeynî (RE) ve ji bo piştgirîkirina doza Filistînê ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya hevgirtinê bi gelê Filistînê re hat destpêkirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di berdewamiya vê gotarê de nivîsî: Roja Qudsê yekitiya misilmanan û hemû azadîxwazên cîhanê bi awayekî bêhempa nîşan dide û ew gişt bi hev re di vê rojê de piştgiriya xwe ji gelê Filistînê radigehînin û ji aliyê din ve  kîn û nefreta xwe ji siyonîstên dagîrker diyar dikin û cinayetên Rejîma Siyonîst, dagîrkeriyên wê û kiryarên nijadperestî û nemirovane yên siyonîstan şermezar dikin û bi vî awayî ev roj bûye sembola berxwedanê.

Îmam Xumeynî (RH) damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê, îniya dawî ya meha pîroz a Remezanê wek roja cîhanî ya Qudsê da zanîn ji bo ku doz û armancên bingehîn ên Filistînê werin parastin û  misilmanên cîhanê hevgirtina xwe bi filistîniyan re ragehînin û hêzên azadîxwaz bikevin seferberiyê ji bo derxistin Qudsê ji bin dagirkeriya siyonîstan.

Roja Cîhanî ya Qudsê ya Îsal, roja 29ê Nîsana 2022an, hevdem e bi 27ê Remezana sala 1443an e .

Serepeyv