Nîsan 26, 2022 18:06 Asia/Tehran
  • Vehîdî: Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê bi berçavgirtina rêziknameyên paqijiyê dê were lidarxistin

Wezîrê karên hundir ê Îranê qala lidarxistina meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li welêt bi berçavgirtina rêziknameyên paqijiyê kir.

29ê Nîsanê hevdem di gel 27ê meha Remnezana 1443an, Roja Cîhanî ya Qudsê ye.

Îmam Xumeynî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê ji bo zindîmana mijara bingehîn a  Roja Cîhanî ya Qudsê ê û ragihandina hevgirtina misilmanên cîhanê tev  Roja Cîhanî ya Qudsê iyan û seferberkirina hêzan ji bo rizgariya Qudsa pîroz ji bin dagirkeriya siyonîstan, Îna herî dawî ya meha pîroz a Remezanê wek Roja Cîhanî ya Qudsê bi nav kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Ehmed Vehîdî, Wezîrê karên hundir ê Îranê û Fermandarê Biryargeha Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê li Îranê piştî lidarxistina civîna vê biryargehê, got: Di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da berçavgirtina rêzikên paqijiyê weke danîna maskê û berçavgirtina navbirê tê tekezkirin.

Vehîdî tevî tekeziya li ser kiryarên kontrolkirin û miqatebûnên paqijiyê bi taybet derbarê versiyonên nû yên Vîrûsa Koronayê  got: Gerçî ku di vî warî da nîgeranî tune, lê şopandina versiyonên nû yên vê vîrûsê bi awayekî di rojeva rêxistinên têkildar da ye.

 

Serepeyv