Nîsan 25, 2022 22:57 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Bêhnvedana dirêj li ser xêra gotûbêjên Viyenê nîne

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Îran û Yekîtiya Ewropayê bawer in dirêjbûna bêhnvedanê (rawestiyana gotûbêjan) li ser xêra gotûbêjên Viyenê nîne.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna çapemeniya hefteyî da got: Dirêjbûna bêhnvedanê li ser xêra gotûbêjên Viyenê nîne û baştir e ku herî zû ev gotûbêj bên domandin.

Xetîbzade derbarê veguhestina santrîfiyojan jî got: Îran endamê NPTyê ye û soznameya belavnekirinê pejirandiye û santrîfiyoj piştî alozîderxistinê, bi haydarkirina ajansê bo cihekî ewleh hatin veguhestin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê şerê Ukraynê jî got: Em li dijî şêrr in û şêr wek rêkar nizanin û ev şer divê bi rêya gotûbêjê bi dawî bibe.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi cinayetên Rejîma Siyonîst li Mizgefta Eqsayê jî got: Mijara yekem a cîhana îslamê yanî Filistîn çûye qiraxê û Rejîma Siyonîst bi fêlbaziyê hewil dide ku vê mijarê bike babeteke duyemîn.

 

Serepeyv