Nîsan 25, 2022 11:16 Asia/Tehran
  • Merasima sêyemîn şeva bixêr a Qedirê li Îranê hat lidarxistin

Merasima hişyarmayîna di şeva sêyem ji şevên bi xêr ên Qedirê bi berçavgirtina protokolên paqiojiyê ji bo pêşîgirtin li belavbûna Vîrûsa Koronayê li seransserî Îrana Îslamî hat lidarxistin.

Gelê birojî yê Îranê di şeva 23an a meha pîroz a Remezanê da li mizzgeft, tekiye, huseyniye, şûnwarên pîroz û cihên din ên mezhebî li seranserî Îranê, bi kombûn û xwendina Quranê heta dema banga sibê, bi gotina El-Xewsê, duaya Cewşena Kebîr û navên mezin (Ismî Ezem) ên Xwedê bi lêv kir.

Şevên nozdeh, bîst û yek û bîst û sêyê meha pîroz a Remezanê wek Şevên Qedirê tên zanîn.

Şeva Qedirê şevek e ku tu şeveke salê bi xêr û bereketa wê nîne û her kiryarek di wê şevê da bi qasî kiryara di hezar mehî da ye û tê da qedera mirovî ya sala bê tê nivîsîn.

Berbanga nozdehê meha pîroz a Remezana sala 40î ya Koça Heyvî, Ibni Mulcemê Miradî ji Koma Xewaricê (Koma Rêderketiyan) di halekî da ku hezretê Elî (S) nimêja sibê dixwend, şûra xwe ya bijehr li serê wî yê pîroz xist.

Hezretê Îmam Elî (S) piştî ku zerbeya şûrê lê ket, li mala xwe hat razandin û du rojan piştra yanî di roja bîst û yekê meha pîroz a Remezanê şehîd bû.

Em li kanala Seherê tevî hêviya qebûlbûna îbadetên gişt misilmanan di meha pîroz a Remezanê da, ji ber şehîdbûna Îmam Elî (S) sersaxî didin giştan.

 

 

Serepeyv