Parêzvanê Fermandarê Tîpa Selmanê Farisî ya Zahidanê şehîd bû
Nîsan 23, 2022 09:22 Asia/Tehran
Di encama êrîşa şerxwazên çekdar da, Mehmûd Absalan ji tîpa 110an a Selmanê Farisî ya Zahidanê li başûrê rojhilatê Îranê şehîd bû.
Biryargeha navçeyî ya Qudsê ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand: Berbanga roja Şemiyê hevddem di gel Şeva Qedirê, ji ber gulereşandina kes an kesên nenas ber bi erebeya serdar Elmasî Fermandarê Tîpa Selmanê Farisî ya Zahidanê, parêzvanê wî, Mehmûd Absalan şehîd bû.
Bi berteka bilez a tîma operasiyona Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, her çaar lêniştiyên tîma derbekar hatin girtin.