Nîsan 22, 2022 22:41 Asia/Tehran
  • Li Îranê 21 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest da

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 21 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 940 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Înê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê hezar û 96 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 174 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 214 hezar û 904 kesan.

Şukra Xwedê, li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 960 hezar û 970 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Hezar û 134 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna kûr û giran ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 236 hezar û 937 kes ji ber Coronavîrusê mirine.

Korona xwediyê çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta û Omicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv