Nîsan 20, 2022 13:29 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Hêza bejahî ya artêşa Îranê di hemî waran da pêşkeftineke berbiçav hebûye

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza bejahî ya artêşê di salên dawî da di hemî waran da pêşketineke berbiçav hebûye.

Merasima nimandina destkeftên nû yên Artêşa Îranê di warê erebeyên giran û nîv-giran, beşên nexweşxxaneyî û ambûlansa zirêhî vê sibê li Tehranê hat lidarxistin.

Di vê merasimê da ku amûr û erebeyên giran û nîv-giran ên sedî sed xwecihî hatin nimandin da, emîr Şehram Îranî, fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Emîr Hebîbullah Seyarî alîkarê hevahengkirê artêşê jî beşdar bûn.

Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di vê merasimê da got: Di warê amûran, birêxistinkirin û fêrkirin û lezgîniyê, pêka her tiştê ku ji hêza bejahî hatiye xwestin, em bi pêş ketine.

Wî got: Roja îro em dikarin îdia bikin ku bêguman navbireke me ya nêzik digel herrikbariya (teherruk) sedî sed heye û ev herikbarî bi destê zanyarên îranî yên xort li nav kargehên Hêza bejahî ya artêşê pêk hatiye.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Artêş û hêzên çekdar ji bo pêkhatina ramanên Înqilaba Îslamî bi hemî hêza xwe rawestiyane û me yê bersiva pêwîst li hemberî her gefekê hebe.

 

Serepeyv