Nîsan 19, 2022 23:13 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Divê karbidestên Efgan sebebkarên terorê nas bikin û ceza bikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê cinayeta terorîstî ya li rojavayê Kabulê şermezar kir û ji rayedarên Efxanistanê xwest ku sebebkarên vê kiryara terorîstî nas bikin û ceza bikin.

Li herêma Qela-Nû ya paytexta Efganîstanê Kabulê ji ber çend teqînan li ber du dibistanên dewletî û taybetî 27 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Beriya serdestiya Koma Talîbanê ser Efxanistanê, dibistana Seyd El-Şuheda, dibistanên Mewad û Kowsar Danêş ên li rojavayê Kabulê jî bûne armanca êrîşên kujer.

Çavkaniyên nûçeyan ên Efganîstanê ragihandin ku Talîbanê piştî teqînên îro yên li rojavayê Kabulê rê nedaye nûçegihanan ku teqînan bişopînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Sêşemê di twîteke xwe de bi haştaga “dubarekirina_kesereke din” nivîsî: Dilreş û dilreqên tekfîrî tawaneke din kirin û xaka Efxanistanê bi xwîna zarokên bêguneh reng kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Heramiyên dijî ol, hurmeta meha Remezanê binpê kirin.

Tevî ku Talîbanê dest danî ser Efganîstanê, li gelek deverên welêt bi taybetî paytext Kabulê bûyerên ewlehiyê didomin.

Serepeyv