Nîsan 19, 2022 11:21 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran nêrîneke erênî û avaker li Efxanistanê heye

Wezîrê karên derve yê Îranê li bersiva li ser poşmaniya giran a berpirsê wezareta karên derve yê Efxanistanê derbarê bûyerên vê dawiyê û êrişa ser nûnertiyên Îranê li Kabul û Heratê, tekez kir: Îranê nêrîneke erênî û çêker li bara Efxanistanê heye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr Xan Mutteqî, bi erkê berpirsê wezareta karên derve yê hikûmeta demkî ya Efxanistanê,  şeva duşemiyê li gotûbêja bi telefonê bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê ra li ser hin mijarên ku bi hev ra têkildar in gotûbêj kirin.

Emîr-Ebdullahiyan amaje bi hevdîtinên xwe yên di destpêka vê mehê de li bajarê Tun Şî yê Çînê di çarçoveya civîna wezîrên derve yên welatên cîranên Efxanistanê de, bi aliyên Afgan re kir û got: Komara Îslamî ya Îranê nêrîneke erênî û çêker li Efxanistanê heye û danûstandina heyetan bo hevkariyên du welatan, şandina alîkariyên mirovî û aktîv kirina nûneratiyên xwe li Efxanistanê ji bo xizmetkirina bo xelkê Efxanistanê di vê çarçoveyê de bûye.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê pêwendiya telefonî de dilgiraniya xwe ji wê yekê nîşan da ku propagandayên xirab, bi mebest û derew li hin torên civakî ji aliyê dijmin û dijberên peywendiyên baş ên her du neteweyên cînar, bûne sedema hin bûyerên nebaş.

Emîr Ebdullahiyan her wiha pêşwazî li biryara desteya hikûmraniya demkî ya Efxanistanê derbarê qedexekirina çandina maddeyên hişber li Efxanistanê kir û amadebûna Komara Îslamî ya Îranê ji bo hevkarîkirina bi Efxanistanê re ji bo pêşxistina çandiniya alternatîf ragihand û hêvî xwest ku bi hevkariya her du welatan, dê pirsgirêka bazirganiya narkotîkê ji holê rabe.

Berpirsê wezareta karên derve yê desteya rêveberiya demkî ya Efxanistanê her wiha li bara bûyerên vê dawiyê û êrişa ser nûnertiyên Îranê yên li Kabul û Heratê dilgiraniya xwe nîşan da û teqez kir ku navendên dîplomatîk, dîplomat û karmendên Komara Îslamî ya Îranê li vî welatî. bi temamî tên parastin.

Emîr Xan Mutteqî, di vê hevdîtinê de,qedirzaniya mêvandiyariya Îranê ji penaberên Efxan kir û desnîşan kir ku welatê wê dixwaze ji bo berjiendiyên du neteweyan pêwendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re berfire bike.

Wî pirsa mafên Îranê derbarê avê nirxand û ji bo vê mebestê pêşwazî li serdaneke şandeke Îranê bo Efxanistanê kir.

Emîr Xan Mutteqî herwiha tekezî li ser cidiyeta Talîbanê di rûbirûbûna narkotîkan de kir.

Serepeyv