Nîsan 19, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Xwendekarên Îranî li ber balyozxana Swêdê kom bûn

Komek xwendekarên Îranî li ber balyozxana Swêdê ya li Tehranê li hev civiyan û bêhurmetiya li Qurana Kerîm protesto kirin.

Roja Înê komek ji tevgera rastgir a tundrew li Swêdê cildeke Qurana Pîroz şewitandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, xwendekarên îranî di wê mîtîngê de, bi dest-nivîs û plakartên xwe, daxwaz kirin ku sebebkarên şewitandina Qurana pîroz bên cezakirin.

Xwepêşanderan her wiha dirûşmên “Xetên me yên sor Pêxember û Qur’an e”, “Bêdengiya her Misliman îxaneta Qur’anê ye” û “Xwendekarê Misliman yê ku piştgirê dîn û Qur’anê ye” qiriyan û bi vî awayî li hemberî kiryarên li dijî Îslamê û heqaretên li Quranê dengê nerazîbûna xwe bilind kirin.

Xwendekarên îranî her wiha ji bo şermezarkirina îhaneta li Qurana Kerîm daxuyaniyeke nivîskî weşandin û di xaleke wê diyar kirin: "Ronahiya Qur'anê tu carî nayê vemirandin û Îslam wê roj bi roj bi awayekî zindî û geştir pêşve here û belav bibe."

Serepeyv