Nîsan 18, 2022 13:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Tu têkiliya azadkirina çavkaniyên pereyên biyanî yên Îranê bi Amerîkayê ra tuneye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Azadkirina çavkaniyên pereyên biyanî yên Îranê tu têkiliyeke xwe bi Amerîkayê ra tuneye.

Li gorî rapora IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemê di civîneke çapemeniyê da got: Lihevkirinên ku derbarê azadkirina beşeke çavkaniyên pereyê biyanî yên Îranê pêk hatine, têkildarî Amerîkayê nîne û em rê nadin ew welata têkeve vê mijarê.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Azadkirina çavkaniyên Îranê, vegeriyana diravên ji ber şandina berhem û xizmetan e û têkiliyeke bi welatê sêyem ra tuneye; Di halekî da ku Amerîka hewil dide di her mijarekê da mudaxile bike ku ev yek berovajiya îdiayên wê ye.

 

Serepeyv