Nîsan 17, 2022 21:23 Asia/Tehran
  • Li nimêjgeha Têhranê nîşangeha Quranê hat vekirinê

Nîşangeha Qurana pîroz îsal ji duh va li nimêjgeha Imam Xumeynî (RE) ya Têhranê hat vekirinê û dê heta 30yê Nîsanê vekirî be.

Nîşangeha navnetewî ya Qurana Kerêm bo cara 29ê duh êvarê li nimêjgeha mezin a Imam Xumeynî (RE) bi axavtina Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê meclisa şêwra islamî û Mihemed-mêhdî Ismayîlî Wezîrê Çand û Irşada Islamî hat vekirinê.

Nîşangehê yê 14 rojan yanî heta 30yê Nîsanê ji siet 5:30yê êvarê heta 11:30yê şevê vekirî be. Îsal herwiha nîşangeha online jî li rex vê nîşangehê hatîye vekirinê.

Nîşangeha Quranê ya îsal dê bi durişma ``Quran; pirtûka hêvî û aramîyê`` pêşwazîya hezkirîyên quranê bike.  

 

Serepeyv