Nîsan 17, 2022 17:51 Asia/Tehran
  • Îranê bêrêzîya li Qurana Kerîm a li Swêdê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê bêrêzîya li Qurana pîroz a li Swêdê şermezar kir.

Seîd Xetîbzade Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li himberî bêrêzîya li Qurana Kerîm li bajarekî Siwêdê got: Komara Îslamî ya Îranê şewitandina Quranê li bajarê Lînkopîng ê Swêdê bi destê keskî nijadperest û tindrê yê danîmarkî ku bi heceta azadîya raderbirrînê di bin piştgirîya polîsên wî welatî da pêk hat, bi tundî şermezar dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê dubarebûna enqest a bêrêzîyê di meha bimbarek a Remezanê da sedema birîndarbûna hestên misilman li Swêd û seranserê cîhanê zanî. 

Elî Nkîzad Cîgirê Serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê jî îro li meclis pêgirî kir: Eva ku bêrêzîya li Quranê bi wateya azadîyê dizanin, dîktatorî ye û derbarê azadîyê da tiştek zêdetir ji vîya ji welatên rojavayî nayê çaverêkirin.

Rasmosin Palodan rêberê partîyeke rastgir û dije-Îslamê ya Danîmarkê ya ser navê Xeta Dijwar biryar bû ku digel hogirên xwe li kombûnekê li bajarê Lînkopîngê li peravên rojhilata Swêdê agir berde Quranê ku berî destpêbûna kombûnê, di encama neyartîya misilman û destwerdana polîsan da, neçar ma wê derê biterikîne. 

Serepeyv