Nîsan 17, 2022 17:06 Asia/Tehran
  • Li Îranê 29 nexweşên din ên koronayê mirin

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: ِDi 24 saetên borî de bi mirina 29 nexweşên din ên vîrusa koronayê (Covid-19), hejmara miriyan bi vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 829 kesan.

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji duh heta îro (17ê Nîsana 2022) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, hezar û 895 nexweşên nû bi Covid-19ê ketine ku 257 ji wan rakirin nexweşxanan. Bi vê hejmara nû ya pêketiyên Koronayê hejmara gişt nexweşên Covîd-19ê li welêt gihîşt 7 milyon û 206 hezar û 959 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di vê daxuyaniyê de zêde kir: heta niha 6 milyon û 945 hezar û 844 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanan hatine derxistin.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku hezar û 361 nexweşên bi Covîd-19ê ketine li beşên lênihêrîna giran û taybet ên nexweşxanan tên tedawîkirin.

Li seranserê cîhanê heta niha 6 milyon û 222 hezar û 286 kes ji ber vîrusa koronayê mirine.

Corona xwedan çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e,yên wekî alpha, beta, gamma û delta û Amicron guhertoya herî dawî ya vîrusê ye.

Serepeyv