Nîsan 16, 2022 23:58 Asia/Tehran
  •  Pîrozbahiya salvegera Jidayîkbûna Îmamê duyem ê şîeyên cîhanê

Sibe Yekşemî, 28ê Ferwerdîna 1401ê ya Koça Hetawî, beranberî 15ê Remezana 1443an a Koça Heyvî û 17ê Nîsana 2022an, salvegera jidayîkbûna pîroz a Îmam Hesenê Micteba (S), îmamê duyem ê şîeyên cîhanê ye.

Îmam Hesenê Micteba (S) ku di nîveka meha pîroz a Remezanê ya sala sêyem a Koçê li bajarê Medîneyê ji dayîk bû, zarokê yekem ê mîrê bawermendan Elî Ibni Ebî Talib (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê û hezreta Fatimeya Zehrayê (S) keça pêxemberê mezin (S) bû.

Hezretê Elî (S) û Hezreta Fatimeyê di roja jidayîkbûna yekemîn zarokê xwe, wî dibin cem pêxemberê Xwedê (S) da ku navekî jê ra bibijêre; Pêxember (S) jî li ser fermana Xwedê, navê "Hesen" yanîê qenc lê kir.

 

 

Îmam Hesen (S) bi şanazî heft sal ji jiyana xwe di bin sîvana bi dilovanî ya kalê xwe pêxemberê Îslamê (S) derbas kir û di vê derfeta giranbiha da, ji ronahiya hebûna Pêxember (S) sûd wergirt û piştî wê 30 salan şagirdekî jîr û yarekî rastîn ji bo bavê xwe yê hêja, îmam Elî (S) bû.

 

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jidayîkbûna hezretê Îmam Hesenê Micteba (S) li hemî hogirên binemala paqij a pêxember (S) pîroz dike.

Serepeyv