Nîsan 13, 2022 21:39 Asia/Tehran
  • Gelê efxan gul û çîçek ber bi Balyozxana Îranê ya li Kabulê reşandin

Hejmarek ji hevwelatiyên Efxan li ber avahiya balyozxana Îranê li Kabulê kombûnek pêk anîn û bi pêşkêşkirina gul û çîçekan bo balyozxana Îranê û daxwaz ji du neteweyên Îran û Efxanistanê kirin ku li hember durûtî û fitnebaziya dijminan hişyar bibin.

Li gorî rapora IRNA`yê ji rojnama “8 Sobh” a Efxanistanê, kombûneke mezin a xelkê Efxanistanê bi dirûşma “Na ji fitnekaran re; Efxanistan-Îran, Yekîtî, Yekîtî - Em Bira ne” li ber Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê (paytexta Efxanistanê) hat lidarxistin. 

Beşdarên vê kombûnê êrîşa hovane ya ser binkeyên dîplomatîk ên Îranê li welatê xwe şermezar kirin û piştî pêşkêşkirina gul û çîçekan bo karmendên balyozxanê, biryarnameyek xwandin û tê de daxwaz ji du neteweyên Efxanistan û Îranê kirin ku li hember fitnebazî û durûtiya dijminên her du neteweyan hişyar bin.

Hejmarek ji neyar û dilnexwazên peywendiyên Îran û Efxanistanê, roja duşemê, di bin bandora propagandeyên dijminê du welatan de ji bo çêkirina neyarî û dubendiyê li ser torên civakî, li ber deriyê Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê û konsulxana Îranê li Heratê kom bûn û ber bi van avahiyan kevir avêtin.

Van kesan piştî ku êrîşî avahiya konsulxana Îranê ya li Heratê kirin, ji bilî şewitandina lastîkên li ber avahiyê, kamerayên wê yên ewlehiyê jî şikandin.

Serepeyv