Nîsan 13, 2022 11:53 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Inqilabê: Sîstema deshilatdariya Komara Îslamî ya Îranê bûye nimûneyeke balkêş ji bo gelan

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê, roja 10an a meha pîroz a Remezanê, di hevdîtina di gel serokên sê saziyên welêt û komeke berpirsên hikûmetê da got: Ji tiştên ku di duayên meha pîroz a Remezanê da hatiye dubarekirin, mijara daxwaza lêborînê ji Xwedê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel komeke berpirsên hikûmetê da tekez kir: Îstixfar li meydanên neteweyî serkeftinên mezin ji bo me pêk tîne.

Rêberê mezin ê Inqilabê di dewama axivtina xwe de desnîşan kir:Sîstema deshilatdariya Komara Îslamî û destkeftên curbicur ên wê di warên curbicur de, Îran ji bo neteweyan kiriye nimûneyeke balkêş.

Hezretê ayetulah Xamineyî di vê hevdîtinê de, bidest xistina xweragiriyê û bêhewcetiyê di hin rewşan de, ji wan berhemanîna 6 cure vaksîna Koronayê, deynê derve yê nêzîkî sifirê, û pêşkeftinên zanistî, pîşesazî û teknolojîk di warên curbicur de, ji nîşanên serkeftina Komara Îslamî ya Îranê ne û di dewamê de got: Nimûneyeke din a serketinê, birêveçûna birêvebiriya welat e û berovajî hin welatên din û tevî hemû dijminatiyan, rêveberiya welat bi awayekî yasayî û bêyî ku pêwîstî bi kiryarên dervayî dadwerî hebe, tê birêvebirin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir: Ev yeka ku qurebayên Amerîkayê bi eşkere îtiraf dikin ku zexta herî zêde li dijî Îranê bi ser neketiye, mijareke pir girîng e ku nayê ji bîr kirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand li ser arasteya baş ya dîplomasiya welat û pêgîrî kir: Rayedar bi ti awayî li meseleya navokî dereng nemînin û li gorî rastiyên welat ji bo çareser kirina kêşeyan plan û tevdîran bigirin.

Hezretê ayetulah Xamineyî hişyarî û liv û tevgerên ciwanên filistînî li herêmên dagîrbûyî bilind nirxand û got: "Ev tevgera han nîşan da ku tevî hewlên Amerîka û alîgirên wê Filistîn sax e û bi îzna Xwedê serketina dawî ji gelê Filistînê re bibe."

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî her wiha cesareta gelê mezlûm ê Yemenê bilind nirxand û li gor şîretên dilovanî û xêrxwazane yên xwe ji rayedarên siûdî re got: Çima hûn şerê ku hûn dizanin derfeta serketina we tune ye, berdewam dikin? Ji vî şerî re rêyekê bibînin.

Hezretê ayetulah Xamineyî agirbesta vê dawiyê li Yemenê pir baş nirxand û got: "Eger ev rêkeftin bi wateya rast ya peyvê were cîbicîkirin, dikare berdewam be û gelê Yemenê bi saya hewldan, cesaret û destpêşxeriya xwe û rêberên xwe, bê şik dê bi ser bikevin." Ev gelên bindest dê bibin alîkar.

Di warê ebadetî û menewiyeta rojiyê jî Rêberê mezin ê Inqilabê got: Nêrîna me li Îstixfarê divê ev nebe ku wek mînak ji bo gunehên kesane û ji bo paqijkirina dilê me bi xwe îstixfar têrê dike, na; Îstixfar li meydanên neteweyî û warên mezin ên civakî jî bibandor e û serkeftinên mezin ji bo me pêk tîne.

Di roja dehem a meha pîroz a Remezanê da, vê êvarê serokên sê saziyên welêt û komeke berpirsên hikûmetê di gel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî civiyan.

Ev hevdîtin bi berçavgirtina protokolên tenduristiyê li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) hat lidarxistin.

Serepeyv