Talîban: Xwepêşandana li ber konsulxana Îranê ya li Heratê ya komeke bi serê xwe bû
Serokê dezgeha ragihandin û çandê ya hikûmeta Talîbanê li Efxanîstanê roja Duşemê kombûna komeke nenas li ber konsulxana Îranê li Heratê û êrîşa li ser wê kiryareke keyfî û bi serê xwe bi nav kir.
Hejmarek ji heznekir û dilnexwazên başbûna peywendiyên Îran û Efxanistanê, roja duşemiyê, di bin bandora hizrên dubendiyê yên gumanbar li ser torên civakî, li ber deriyê Balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê û Konsulxaneya Îranê li Heratê kom bûn û ber bi wê kevir avêtin.
Piştî ku êrîşî avahiya konsulxana Îranê ya li Heratê kirin, van kesan ji bilî şewitandina lastîkan li ber avahiyê, kamerayên wê yên ewlehiyê jî şikandin.
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser wê yekê ku divê heyeta desthilatdar a Efxanistanê derbarê êrişa ser navendên dîplomatîk ên Îranê de bersiv û şiroveyan bike.
Li gorî rapora IRNA`yê, Neîm El Heq Heqanî serokê dezgeha ragihandin û çandê ya dewleta Talîbanê duh (sêşemî) li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî ku hejmarek ji xwepêşanderan bi awayekî keyfî û bi serê xwe li ber konsulxana Îranê li Heratê kom kirin ku bisaya mudaxileya hêzên ewlekariyê yên Taleban, nerazî ji hev hatrin belakirin.
Piştî ku Talebanê dest bi tevgerê kir, rewş bi temamî hat kontrolkirin û ji ber ku ev tevger bi lez hat kontrolkirin, tiştekî taybet pêk nehat.
Hevdem, Nûr Ehmed Îslamcar waliyê wilayeta Heratê, mixabiniya xwe li hember êrîşa çekdarên ser bi konsulxana Îranê li Heratê nîşan da û soza dabînkirina ewlehiya temam a nivîsgeha dîplomasî da.
Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Kabulê nûçe û zanyariyên der barê kiryara birêxistinkirî ya hêzên polîs ên Îranê li hemberî koçberên Efxanistanê derewand û ew yek bêbingeh û bêbawer bi nav kir.