Nîsan 11, 2022 19:23 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Hêlên sor ên gelê Îranê di gotûbêjên Viyenê da hatin berçavgirtin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî tekeziya li ser vê yekê ku berjewendiyên aborî yên gelê Îranê di rojeva me da ne, got: Hêlên sor ên gelê Îranê di gotûbêjên Viyenê dda hatine berçavgirtin; Ji ber ku eger ev hêlên sor bihatana derbaskirin, me yê çend meh berê derbarê mijarên têkildarî Lihevkirina Navokî li hev bikira.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemê di civîna xwe ya hefteyî dinb gel nûçegihanan da got: Gotûbêjên Viyenê ji bo rakirina boykotan didomin. Aliyên gotûbêjê hîn negihîştine cihekî ku aliyê amerîkî nîşan bide ku sozên xwe cih tîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku Amerîkayê hîn îradeya pêwîst ji bo lihevkirinê nîşan nedaye, got: Komara Îslamî ya Îranê nakeve bin bandora kampanya û hewilên medyayî û gotinên dijhev û cûr bi cûr û berjewendiyên tekûz ên gelê Îranê rêdara û çiraya rênima ya gişt berpirsan e.

 

Serepeyv