Nîsan 10, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: ِDi 24 saetên borî de bi mirina 39 nexweşên din ên vîrusa koronayê (Covid-19), hejmara miriyan bi vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 616 kesan.

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro yekşemê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji duh heta îro (10ê Nîsana 2022) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 2 hezar û 894 nexweşên nû bi Covid-19ê ketine ku ji wan 384 kes rakirin nexweşxanan li wir dane razandinê û hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt gihîşt 7 milyon û 191 hezar û 643 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Îranê di vê daxuyaniyê de zêde kir: heta niha 6 milyon û 918 hezar û 860 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanan hatine derxistin.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 498 milyon û 662 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 202 hezar kes jî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv