Nîsan 09, 2022 22:38 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 49 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 577 kesan

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Şemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê yek hezar û 757 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 188 hezar û 749 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 913 hezar û 934 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 54 hezar û 205 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 64 milyon û 58 hezar û 452 kesan doza yekem, 57 milyon û 120 hezar û 485 kesan doza duyem û 26 milyon û 494 hezar û 155 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 147 milyonan. 673 hezar û 92 dozan

 

Serepeyv