Nîsan 07, 2022 17:21 Asia/Tehran
  • Wehîdî: Em bi tundî li dijî tevgera tekfîrî û terorîstî radiwestin

Wezîrê karên hundir ê Îranê got: Em bi tundî li dijî belavkerên hizr û tevgera trekfîrî û hokarên cinayeta li herema Îmam Reza tê dikoşin.

Berêvara Sêşemiyê kesekî tekfîrî li sehna Pêxemberê mezin (S) a herema Îmam Reza (S) li bajarê Meşhedê bi kêrê êrîş ser sê melayan kir. Ji ber vê êrîşê yekî wan şehîd bû û didu birîndar bûn.

Êrîşker bi alîkariya hêzên întizamî û yekîneya parastinê hat girtin û ketiye ber destê hêzên ewlehiyê.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Ehmed Wehîdî, Wezîrê karên hundir ê Îranê roja Pêncşemiyê bi gotina vêya ku ev bûyera tehl nîşana wê ye ku dijminan dest ji çêkirina duberetiyê nekişandiye, got: Koma terorîsmê nêrîna istikbarî ye û komên terorîst ji aliyê wan va hatiye çêkirin.

Wî got: Ev tevgera kor û çêkirî bi destê welatên rojavayî û kesinan e ku vê hizrê belav dikin; Bêguman em ê li dijî belavkerên vê hizrê û hokarên vê cinayetê bisekinin.

Wezîrê karên hundir ê Îranê got: Ev kiryar nîşan dide ku rûhaniyet hertim di bereya pêşîn a xizmetê û her wiha bereya pêşîn a êrîşa dijmin da bûye; Rûhaniyet hema wisa bihêz li meydanê ye.

Wezîrê karên hundir ê Îranê got: Dijmin hewil dide nakokiyên mezhebîû qewmî navbera gelên dost neçê bi kar bîne; Lê ew ê nekare.

 

 

Serepeyv