Gelek ji alim û kesayetiyên ehlê sunet û şîeyên Efxanistanê cinayeta li Herema Paqij a Rezewî şermezar kirin
Li hember cinayeta ku li mezargeha Rezewî (S) hat kirin, alimên sunnî yên Efxanistanê ragihandin ku dijmin tu carî nikaribin komployên xwe yên li dijî misilmanan pêk bînin. Herwiha hejmarek ji partî û tevgerên çandî û kesayetiyên şîe yên Efxanistanê jî şehîd û birêndar kirina alimên olî li mezargeha Rezewî şermezar kirin.
Êvariya roja sêşemê mirovekî tekfîrî li hewşa Pêxemberê Ezem (s) ya mezargeha Îmam Riza (es) heştemîn îmamê şîeyên cîhanê bi kêrê êrişî sê ziyaretkirên ruhanî kir; Di êrîşê de şehîd bû û 2 ruhaniyên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.
Êrîşkar jî bi alîkariya hêzên Întizamî û yekîneya parastinê hatiye girtin û radestî hêzên Îstixbarat û ewlekariya Îranê hatiye kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Dengê Efxanistanê (AVA), hejmarek ji alim û çalakvanên kulturî yên Sune û Şîe li Efxanistanê îro çarşemiyê li daxûyanên xwe êrişa terorîstî ya mirovekî tekfîrî li hewşa mezargeha Rezewî li bajarê pîroz ê Meşhedê şermezar kirin û xwestin sebebkarên vê êrişê werin nasandin û cezakirin. Wan herwiha di dewamê de diyar kirin ku bila dijminên Îslamê miraz û armancê xwe ya şêkirina neyariyê di navbnera Umeta Îslamî bi xwe re bibin nav gora xwe.
Alim û siyasetmedarên şîe jî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku vê bûyera terorîstî careke din nîşan da ku korbînî, tundrewî û tekfîrî sînor û jîngehê nas nake, divê cîhana îslamê bi awayekî cidî li hember vê diyardeya gemar têbikoşe û vê belayê ji nav civaka îslamî rake.