Nîsan 06, 2022 20:32 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 44 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 451 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Çarşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 4 hezar û 228 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 180 hezar û 8 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 900 hezar û 97 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 81 hezar û 892 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine lêdanê.

Heta niha 64 milyon û 5 hezar û 98 kesan doza yekem, 57 milyon û 27 hezar û 341 kesan doza duyem û 26 milyon û 403 hezar û 135 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 147 milyonan. 435 hezar û 574 dozan.

Serepeyv