Nîsan 06, 2022 10:38 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran hertim pêşwaziya hevkariyên navçeyî ji bo berfirehkirina peywendiyan li derya Xezerê dike

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, sêşemê şev li gotûbêja telefonî tev Reşît Meredov wezîrê karên derve yê Tirkmenistanê, bal kişande ser berdewamiya geşepêdana peywendiyên dostane di navbera her du welatan û li ser helwêsta erênî ya Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyên di hemû waran de û bi taybetî zêdekirina hevkariyên navbera welatên deryaya Xezerê pêgîrî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Emîr-Ebdullahiyan" di vê pêwendiya telefonî de hatina meha pîroz a Remezanê li hevtayê xwe yê Tirkmen pîroz kir û got: Komara Îslamî ya Îranê hertim pêşwaziyê li hevkariyên navçeyî û civînên xebatê yên hevpar ji bo pêşdebirina zêdetir peywendiyan bi taybetî li deryaya Xezerê dike.

Di vê peywendiya telefonî de wezîrê derve yê Tirkmenistanê bi helkefta hatina meha Remezanê li Emîr-Ebdullahiyan pîroz kir û bal kişand ser pêşketinên ku di asta pisporan de di warê amadekirina reşnivîsên hevkariyên li deryaya Xezerê, hevkariyên di warên zanistî, lêgerîn û rizgarkirinê de û hevkarîkirina di çarçoveya têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişber li deryaya Xezerê û herwiha kûrkirina hevkariyên di navbera welatên deryaya Xezerê de û pêşniyar kir ku civîneke hevbeş di navbera wezîrên karên derve yên pênc welatên dorhêla deryaya Xezerê de ji bo berfirehkirina hevkariyên piralî pêk were û derbarê lidarxistina civîneke hevpar li ser asta serokên van welatan têkoşîn were kirin.

 Îranê, Rûsiye, Komara Azerbaycanê, Turkmenistan û Kazakistanê pênc welatên peravên deryaya Xezerê ne.

Serepeyv