Hûrgiliyên sûîqesta ku li Meşhedê li dijî 3 telebeyên zanistên olî hat kirin
Li Meşheda bakurê rojhilatê Îranê di êrîşa bi çekên sar de li dijî 3 rûhaniyan kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Parêzgarê Xorasana Rezewî “Yaqûb Elî Nezerî” di hevpeyvînekê de ligel Kanala Nûçeyan a Îranê got: Di bûyera êrişa bi çeka sar de ku êvara sêşemê li sehna (hewşa) Resûlê Ezem (s.x.l.b) li herema Rezewî pêk hat, kesek ji ber giraniya birînên xwe li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxanê.
Nezerî her wiha got: Niha rewşa giştî ya yek ji birîndaran giran û xedar hatiye ragihandin.
Li gor nûçeyek din hatiye ragihand ku wî birîndarî jî jiyana xwe ji dest daye.
Parêzgarê Xorasana Rezewî diyar kir ku êrîşkar bi saya alîkariya hêzên Întizamî û yekîneya parastinê hatiye girtin û radestî hêzên îstixbaratî û ewlehiyê hatiye kirin û di dewamê de got: “Agahiyên zêde dê di demek nêzîk de ji raya giştî re bên ragihandin.”