Rêberê Înqilabê: Hunera pîroz a xwendina Qurana Kerîm divê ku di xizmeta bîranîn Xwedê teala û vexwendina guhdaran ber bi wî û zêdekirina îmana wan bibe
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, Remezanê meha mêvandarî û bêsînorbûna rehmet û dilovanîya Xwedê teala bi nav kir û paqijkirina dil û can li gel hizir û fikirkirin derbarê mena û wateyên Qurana Kerîm û zanista têgihêştina wê ji faktorên girîng ya behrewergirtina ji mêvandariya Xwedayê mezin da zanîn.
Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî roja Yekşemê, hevdemê yekem roja meha pîroz a Remezanê di komcivîna ronahiya hogirî ligel Qurana Kerîm, diyar kir ku ji bo beşdariya di mêvandariya mezin ya Xwedê teala de pêdivî ye ku mirov guhdariya destûr û telîmatên Xwedayê mezin bike û bal kişande ser xêr û îmkanên meha pîroz a Remezanê û got: Ev bereket û nemetana di rastiyê de firsendên bê mînak in ji bo nêzîkbûna li Xwedê teala ne, vêca pêwist e ku mirov bi nefsbiçûkî û beraxwebûnê ji Xwedayê mezin bixwaze derfeta sûd werbigirin ji van nemetana bide wî û wî ji gunehan telîmatên Xwedê dûr bike.
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî, bi destdanîna ser çend ayetên Qurana pîroz, "zikr" anku "bibîranîn" yek ji navên pîroz ên Pirtûka Pîroz û berovajî xeflet û xemsariyê ku felaketeke mezin e, hesiband û got: Xwendina berdewam û nasîn Quranî û hogiriya derheq vê pirtûka Pîroz dibe sedem ku pêwendiya mirov bi Xwedê re qahêm û îstem bibe.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Quran wek mucîzeyeke ebedî û hertimî ya Pêxember Axir Zemanê Hz. Muhemed (S) da zanîn û got: Quranê di hemû serdemên dîroka mirovatiyê de, di qada berfireh û mezin a jiyana ferdî, malbatî, civakî, ruhî, serwerî û hemû berûlayên din de zanyariyên ku mirov pê hewce ye dide mirov.
Rêberê Inqilaba Îslamî hînbûn, Tedebur û Tefeqqe anku hizirkirina kûr û têgihêştina mena û wateyên Qurana Kerîm, wek raza sûdwergirtina ji zanîna kûr, batinî û bilind a Qurana Mecîd hesiband û got: Şertê bi destxistina van mearîf û zanînan, paqijkirina dil û pakbûna giyan û ruh e ku ev mesela di dewrana ciwanî û xortaniyê de pir hêsantir e.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî derheq zêdebûna qariyên (xwînerên) Qurana Pîroz ên îranî dilxweşiya xwe da diyarkirin û ev diyarî û nemetê mezin bisaya Înqilaba Îslamî da zanîn û got: Roja îro qarî û xwînerên Qurana Pîroz ên îranî ji yên gelek welatên din, ku carna jî wek profesor û mamoste tên vexwendin bo Îranê, xweştir û bi kalîtetir dixwînin, ku ev rastiyeke bi rûmet e û em pê şanaziyê dikin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî qiraet û xwendina Quranê weke hunereke pîroz bi nav kir û destnîşan kir ku divê ev huner di xizmeta zikir (bîranîn) û vexwendina ber bi Xwedê teala de bibe û di dewamê de got: Xwendina Quranê divê bi awayekî ku baweriya guhdaran zêde bike bibe, ji ber vê yekê divê xwendin tenê wekî hunerek neyê dîtin û divê mirov nehêle ew bikeve ber siya hin tiştên negirîng an jî divê mirov nehêle ku hin xwepesinî mijara zikir (bîranîn) û vexwendina ber bi Xwedê bide jibîrkirin.
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî herwiha mijara "endezyariya telawet"ê pêwîstî bi baldariya zêde û taybet a qariyan derheq Quranê da zanîn û got: Endezyariya Telawetê tê wateya xwendina bi dengekî xweş bi awayê ku bandoreke kûr li guhdaran bike û wî ber bi guhdariya destûrên Xwedê teala û cihanîna wan bibe."