Nîsan 03, 2022 21:47 Asia/Tehran
  • Li Îranê 38 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 38 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihêşt 140 hezar û 315 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Yekşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê yek hezar û 275 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 215 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 167 hezar û 646 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 884 hezar û 942 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Ji ber vîrûsa koronayê heta niha li seranserê cîhanê 6 milyon û 74 hezar û 887 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Korona xwediyê çar mutasyonên genetîkî yên xeternak e, di nav de alpha, beta, gamma û delta, û heya vê demê Amicron guhertoya herî dawî ya vîrusê ye.

Serepeyv