Adar 31, 2022 23:02 Asia/Tehran
  • Reîsî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îranê em xwe naspêrin biyaniyan

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Em ji peywendîya bi her kesî re hez dikin, lê em bi biyaniyan re piştgerm nabin û me bi tu awayekî jiyana xelkê û abora welêt bi Rêkeftina Navokî û danûstandinan ve girê nedaye.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Seyîd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina tev alim û ruhaniyên parêzgeha Xorasana Rezewî got: Azmûnan ji me re îsbat kiriye û ji aliyê din ve em ji pêşiyên xwe hîn bûne ku bi tu awayî baweriya xwe bi biyaniyan nekin. Wan ti giriyeke me venekirine û ji vê şûnda jî ti giriyeke me venakin. Em bi çavkanî û kapasîteyên welatê xwe bawer in û xwe dispêrin wan.

Reîsî diyar kir ku dijminatî û astengî li pêşiya me hene û tevgera dirû ya rêpeydakirî di nav aliyê me de jî hewl dide tevgera me û neteweya Îranê ber bi pêş ve asteng bikin, lê ti kîjan nikarin riya neteweya me asteng bikin û rê li ber me bigirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê her wiha bal kişand ser rewşa bazirganiya welêt li navçê û got: Hecma bazirganiya derveyî neftê ya Îranê par gihîşt 100 milyar dolarî ku beşek ji wê ji ber zêdebûna danûstandina bi cînaran û bikaranîna kapasîteya wan bû.

Hikûmeta 13mîn a Îranê ji dema destbikarbûna xwe di 3ê Tebaxa 2021an de, nîşan daye ku baweriya wê bi hevsengiyê di siyaseta derve de heye û pêşxistina hevkariyê bi cîranan û welatên îslamî re, di rojeva bername û siyasetên wê yên derve ye.

Siyaseta ber bi navçê, nihêrîna ber bi rojhilat, beşdarbûna di rêxistin û dezgehên navçeyî û derveherêmî de yên wekî Peymana Şanghayê û ECO ji mînakên hevsengiya siyaseta derve ya Îranê ye ku ji aliyê dewleta 13`an ve tê şopandin.

Serepeyv