Xetîbzade: Boykota nû ya Amerîkayê li dijî îraniyan nîşana nebûna niyetpakiya Amerîkayê ye
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, cezayên nû yên Amerîkayê yên li dijî îraniyan nîşana nebûna niyetpakiya Amerîkayê li hemberî Neteweya Îranê da zanîn.
Piştî kiryarên dijminane yên Waşîngtonê yên li dijî Komara Îslamî ya Îranê, êvara Çarşemiyê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê siza li ser çend sazî û kesayetiyên Îranê sepand.
Li gor Fars Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade dorpêçên nû yên Amerîkayê li ser bazirganekî Îranî û kompaniyên wî, wek “berdewamiya siyaseta şikestxwarî ya zexta herî zêde” ya deshilata Trump û “nebûna niyetpakiya Amerîkayê” bi nav kir û ev biryara Amerîkayê şermezar kir.
Xetîbzade wiha got, “Hikûmeta niha ya Amerîkayê berovajî îdiayên xwe, her derfetekê ji bo tohmetên bê bingeh û zexta li ser xelkê Îranê bikar tîne.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê diyar kir, Amerîka îdia dike amade ye vegere nav rêkeftina etomî, lê berdewam biryarnameya Encûmena Ewlehiya Navneteweyî ya 2231 ya derbarê rêkeftinê de binpê dike.
Cezayên nû yên Amerîkayê li dijî hemwelatiyên Îranê di demekê de hatin ku karbidestên hikûmeta Joe Biden di rojên borî de îdiayên curbicur derbarê gihîştina rêkeftinekê ligel Îranê di danûstandinên Viyenê de ji bo rakirina sizayan kiribûn.
Gotûbêjên Viyenê bi destpêşxeriyên desteya muzakereyên Îranê hin pêşdeçûn dîtin, lê sistî û xemsariyên aliyên rojavayî, bi taybetî rêveberiya Biden, ji bo qerebûkirina kiryarên neqanûnî yên rêveberiya berê ya Amerîkayê û berdewamiya kampaniyaya zexta herî zêde, bûye sedema çêbûna şik û gumanan derbarê cidiyeta vî welatî di warê rakirina sizayan de û ji aliyê din vê vê yekê pêvajoya diyalogê dom û dirêj jî kiriye.