Adar 29, 2022 11:20 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Lidarxistina civîna şerxwazan, xiyaneta li ramana Filistînê ye

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî rexneya ji lidarxistina civîna şerxwazan li Filistîna dagirbûyî, ew wek xiyaneta li ramana Filistînê bi nav kir.

Wezîrên karên derve yên çar welatên erebî yên Misir, Behreyn, Imarat û Merakeşê roja Yekşemiyê hevrê di gel Yair Lapid wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst û Anthony Blinken wezîrê derve yê Amerîkayê li Negeva (Neqeb) dagirbûyî civiyan.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi hevdîtina xayînên li ramana Filisstînê di gel zalim û xesbkerên Qudsê, got: Her cûre hewildana ji bo normalkirin û danîna têkiliyê di gel siyonîstên terorîst û dagirkerên Qudsê, wek xencerek li pişta gelê bindest ê Filistînê û xelatek bo rejîma zarokkuj a Israîlê ji bo dewama kuştina gel û dagirkirina erdên Filistînê ye.

 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Tecrubeya dîrokî nîşan daye ku pêvajoya sazişkarî û teslîmbûnê dê tu encamek ji bilî têkçûn û serşûriyê tunebe û welatê Filistînê dê ji bilî berxwedana gelê Filistînê û piştevaniya gel û dewletên îslamî neyê azadkirin.

 

Serepeyv