Adar 27, 2022 19:42 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 50 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 21 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Yekşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 2 hezar û 299 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 382 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 151 hezar û 88 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 854 hezar û 816 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Serepeyv