Xetîbzade: Mafê behrewergirtin ji meydana gazê ya Areş/El-Durreyê ji bo Îranê parastî ye
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî lihevkirina nû ya ragihandî di navbera Erebistan û Kuweytê derbarê meydana gazî ya Areş / El-Durreyê, destnîşan kir ku Îranê mafê behrewergirtina di vê meydana gazî ya hevpar ji bo xwe parastî dizane.
Meydana gazî ya Areş/El-Durreyê, meydaneke hevpar di navbera Îran, Erebistana Siûdî û Kuweytê ye û beşine wê li devera sînor-diyarnekirî di navbera Îran û Kuweytê da ne.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Li gorî rêzik û pêvajoyên navneteweyî, her cûre kiryara ji bo behrewergirtin û berfirehkirina vê meydana gazê pêwîst e ku bi rêya lihevhatin û hevkariya her sê welatan pêk were û ji ber vê yekê, kiryara vê dawiyê ya Kuweyt û Erebistana Siûdî di çarçoveya belgenameyeke hevkariyê, li dijî pêvajoyên heyî û gotûbêjên pêkhatî yên berê û neqanûnî ye û dê tu bandorekê li ser rewşa hiqûqî ya meydanê neke û ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê va nayê piştrastkirin.
Xetîbzade her wiha got: Hema wisa ku Komara Îslamî ya Îranê bi caran ragihandiye, amade ye di gel welatên cînar yanî Kuweyt û Erebistanê ji bo diyarkirina çawaniya behrewergirtina ji vê meydana gazî ya hevpar têkeve gotûbêjê.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Her wiha Îran amade ye ku di çarçoveya encamên gotûbêja pêşîn di gel Kuweytê gotûbêjên dualî di gel vî welatî ji bo diyarkirina sînor û hidûdên binavî bidomîne û bi heman awayî gotûbêjên sêalî navbera sê welatên têkildar ji bo diyarkirina niqqteya sisêkî dest pê bike.
Xetîbzade di dawiyê da got: Komara Îslamî ya Îranê mafê behrewergirtina ji meydana gazî ya Areş/El-Durreyê ji bo xwe parastî dizane.