Adar 26, 2022 00:14 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 52 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 139 hezar û 917 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Înê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê yek hezar û 530 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 147 hezar û 407 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 846 hezar û 230 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 19 hezar û 471 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 63 milyon û 780 hezar û 20 kesan doza yekem, 56 milyon û 607 hezar û 849 kesan doza duyem û 25 milyon û 790 hezar û 670 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 146 milyonan. 178 hezar û 539 dozî.

Serepeyv