Adar 25, 2022 01:13 Asia/Tehran
  • Rêberê Giranqedr ê Înqilabê li ser meytê hucet-ul-îslam wel-muslimîn Reyşehrî nimêj  kir

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî êvariya çarşemiyê li kêleka meytê rehmetî hucet-ul-îslam wel-muslimîn Reyşehrî alimê giranqedir nemir kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Rêberê Giranqedr ê Inqilabê piştî nimêjê, di axaftineke kurt de xebatên wî rehmetî wekî wezîr û têkoşînên wî di dîwan û xizmetên wî yên di dema şoreşa îslamî de çavkaniya xêr û bereketê ji bo pergala îslamî dan zanîn.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê destnîşan kir, "Çi bîranîna me ji birêz Reyşehrî hebe, bîranîneke xweş û qenc in."

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha amaje bi yekemîn hevdîtina xwe ya bi rehmetî Reyşşehrî û hevdîtinên xwe yên wezîfedarî û xebatê yên di dema serokatiya wê rehmetî di posta Wezareta Îtilaatê de jî kir û got: "Ez bi rastî ji derfet û hevpeyvîna bi wî re kêfxweş dibûm ji ber ku ew di rê de û wezîfenas û bi menewiyet bû."

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî di peyama xwe ya dayîna sersaxiyê de bi boneya koça dawî ya Hecet-ul-Islam Wel-Muslimîn Reyşehrî amaje bi teqwa û saxlemiya ruh û rewanê wî û xebatên zav ên wî alimê îlahî kir û nebûna wî xisareke tal û mezin û xembar wesif kir.

Rehmetî Hucet el-Islam wel-Muslimîn Reyşehrî şeva Duşemê li nexweşxaneyeke Tehranê çû ber dilovaniya xwe.

Serepeyv