Adar 23, 2022 09:59 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îran û Qeterê pêwendiyên dualî û alûgorên navçeyî û navneteweyî vekolandin

Wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê di axaftina xwe ya telefonî di gel alîkarê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê, rewşa herî dawî ya pêwendiyan û alûgorên navçeyî û navneteweyî vekoland.

Husên Emîr-Ebdullahiyan û Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî tevî destnîşankirina hecwetiya pêşketina pêwendiyên baş ên du welatan di pêşerojê da, li ser mijarên eleqedar ên dualî û her wiha alûgorên navçeyî û navneteweyî axivîn.

Emîr-Ebdullahiyan di vê axadtinê da got: Di gotûbêjên Viyenê da, berjewendiyên gelê Îranê û hêlên sor ên Komara Îslamî ya Îranê mihwer û mijara sereke ya gotûbêja aliyê îranî ye.

Wî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestxistina lihevkirineke baş, bihêz û mayînde tam amade ye.

Muhemed bin Ebdulrehman Alê Sanî jî qedira rola avaker a Îranê di gotûbêjên Viyenê da girt û teqez kir ku hemû alî pêwîst e ku hewil bidin ku lihevkirineke baş pêk bê.

 

 

Serepeyv