Adar 21, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Dronên dûrbirr û mûşekên dijezirêh ên artêşa Îranê dê werin nimandin

Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Di pêşerojeke nêzik da wê dronên dûrbirr û mûşekên dijezirêh ên artêşê bên nimandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Sertîp Kiyomers Heyderî, Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li nav sînorvanên şaristana Zîrkûhêya parêzgeha Xorasana Başûr li rojhilatê Îranê, got: Di pêşerojeke nêzik da û beriya 3ê Xordada 1401ê dê dronên dûrbirr ên pergalkirî ku bikarin di her rewşeke keşûhewayê da operasiyonên taybet pêk bînin û mûşekên dijezirêh ku bi pergalên modern hatine pergalkirin, bên nimandin.

Sertîp Heyderî bi gotina vêya ku beşeke mezin a hêza bejehiya artêşa Îranê roja îro li ser sînoran in, got: Dijminên me ev zêde ji 43 sal e ku ji temenê Înqilaba Îslamî ya Îranê derbas dibe û cûreyên rêbazan li dijî me ceribandine û tu encamek jê wernegirtiye.

 

Fermandarê Hêza Bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê: Ez wek sserbazekî vî welatî dijminan şîret dikim ku dest ji dijminatiya di gel Komara Îslamî ya Îranê berdin û bizanin ku eger ehmeqiyê bikin û bi her şêwazekê destdirêjiyê li welatê me bikin, ew ê bidawîyêner nebin û em ê di dema herî kurt da wan ji nav bibin.

 

Serepeyv