Adar 20, 2022 13:29 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûssewî: Artêşê serkeftinine berbiçav di sala 1400î da bi dest xistin

Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê di peyama xwe ya Newrozê da ragihand: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di sala 1400î da serkeftinine berbiçav di warên berevanî, lêkolîn, perwerdehî, zanistî û çandî da bi dest xistin.

Hevdem di gel destpêbûna sala nû, emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê di peyamekê da tevî rêzgirtina li şehîdan, cejna Newrozê li gelê şerîf ê Îranê, têkoşer û berevanên înqilab û hikûmeta îslamî û artêşê pîroz kir.

Di beşeke peyama Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê da hatiye: Cîhan şehedê ceng, kuştin, kêşe, belavbûna nexweşiyê û hin kiryarên dijî mirovahiyê ji aliyê istikbarê û welatên qaşo berevanê mafên mirovan û di rastiyê da dijî mirovahiyê ye, lê Îrana serbilind a Îslamî bi bereketa bicihbûna pergala dînî û manewî, rêberiya hişmendane, hebûna hertimî ya gelê besîr li meydanê, hêzên înqilabî û hêzên çekdar, di rûbirûbûna bi boykotên zalimane û ramanên qirêj ên piştgirên terorîsmê, rêya aramî, ewlehî û iqtidarê bi awayê serkeftî û bi serfirazî derbas kiriye û li hemberî gişt komployan, li ber xwe daye.

Serepeyv