Adar 20, 2022 00:12 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipahê: Ewlehiya mayînde ya Kendava Farsê û Tengava Hormuzê hêla sor a Îranê ye

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Ji bo pêkanîna ewlehiyê li cografyaya Kendava Farsê û Tengava Hormuzê, em di gel tu aliyekî sistî nakin.

Li gorî rapora YJC'yê, Edmîralê pasdar Elîreza Tengsîrî, Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Şemiyê got: Berevaniya Hêzên çekdar ên Îranê berevaniyeke hicûmî ye û ji bo berevaniyê, eger tevgereke gefbar ji aliyê dijminan va pêk were, em çavkaniya wê gefê ji nav bibin.

 

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Dabînkirina ewlehiya Kendava Farsê li ser ustiyê welatên navçeyê ye û biyanî divê herî zû terka vê navçeyê bikin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Em ji bo pêkanîna ewlehiya mayînde li cografyaya Kendava Farsê û Tengava Hormuzê di gel tu aliyekî sistî nakin û eger aliyek bixwaze nexşeyeke qirêj an komployekê ji bo derbelêdana li ewlehiya Îranê darêje, em wê nexşeya qirêj ji binî va kokbir bikin.

 

Serepeyv