Erdhejeke 4.8 rîşterî li parêzgeha Farsê ya başûrê Îranê qewimî
Adar 19, 2022 19:18 Asia/Tehran
Erdehejeke bihêza 4.8 rîşterî bajarê Dubirciyê li parêzgeha Farisê ya Îranê hejand.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Mehdî Welîpûr Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê got: Roja Şemiyê erdhejeke bi hêza 4.8 rîşterî di kûrahiya 16 kîlomitiryê da bajarê Dubirciyê li şaristana Darabê ya parêzgeha Farsê hejnad.
Wî got: Du tîmên nirxîner bo navenda erdhejê hatine şandin û nirxandina wan dest pê bûye.
Heta niha tu raporek derbarê goriyên ihtimalî nehatiye ragihandin.