Adar 18, 2022 22:51 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 91 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 139 hezar û 478 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Înê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 2 hezar û 175 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 137 hezar û 894 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 812 hezar û 5 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Heta niha 63 milyon û 728 hezar û 118 kesan doza yekem, 56 milyon û 486 hezar û 612 kesan doza duyem û 25 milyon û 617 hezar û 595 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 145 milyonan. 832 hezar û 325 dozî.

Serepeyv