Adar 18, 2022 09:37 Asia/Tehran
  • Jihevketina tîmeke terorîstî li parêzgeha Xuzistana Îranê

Fermandeyê giştî yê hêzên ewleêç û polîs (Întizamî) yê Komara Îslamî ya Îranê, ji navbirina tîmeke terorîstî û desteserkirina endamên wê li parêzgeha Xûzistanê ragihand.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina Polîs, Fermandariya Giştî ya Întizamî ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand: Bi hewlên şev û rojê yên polîsên îstixbaratî û ewlehiyê yên Fermandariya Întizamî li mideha çendîn mehan, di bin serpereştiya Rêxistina Îstixbaratê ya Fermandariya Întizamî de, tîma terorîst a girêdayî komên cudaxwaz û servîsên îstixbaratî yên welatên neyar hewl dida neyarî û duberekiyê qewm û gelên Parêzgeha Xûzistanê û nakokiyên etnîkî, aloziyê çêbikin û êrişî ser cihên hestiyar û girîng ên wê parêzgehê bikin, hatin naskirin û hilweşandan û endamên wê werin girtin.

Di vê daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev tîma terorîst bi servîsên îstixbaratî yên welatên şerxwaz û neyar ên navçê pêwendî çêdike û ji wan pere distîne ji bo cihançna kiryarên wekî hilweşandin cihên girîng û êrişa ser kesayetiyên bibandor li parêzgehê di vê salê de. bigiştî wêrankirin û şewitandina mal û cihên giştî, bikaranîna teqemenî û şekan li seranserê parêzgehê wezîfa wan a sereke bû.

Ev tîma terorîst ji aliyê komên dij-şoreşê yên derveyî welêt û servîsên îstixbaratî yên biyanî ve dihat birêvebirin û piştgirîkirin.

Serepeyv