Adar 17, 2022 23:28 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 98 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 139 hezar û 387 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Pêncşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 2 hezar û 580 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin. Li Îranê hejmara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê (Covîd-19) ketine gihîşt 7 milyon û 135 hezar û 719 kesan.

Şikra Xwedê heta niha 6 milyon û 805 hezar û 81 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 243 hezar û 257 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatine derzîkirin.

Heta niha 63 milyon û 710 hezar û 622 kesan doza yekem, 56 milyon û 452 hezar û 606 kesan doza duyem û 25 milyon û 562 hezar û 931 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksênên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 145 milyonan 726 hezar û 159 dozî.

Serepeyv